Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya hikûmet û gelê Azerbaycanê dike

Nêçîrvan Barzanî  û Îlham Eliyêv
Nêçîrvan Barzanî û Îlham Eliyêv

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya tevlîbûna xwe ya di merasîmên vekirina karûbarên kongireya Neteweyên Yekgirtî ji bo guherîna av û hewayê COP29 de, bi hejmareke serok û serkirdeyên welatan re civiya, ji bo rêkxistina kongireyê jî pîrozbahiya hikûmet û gelê Azerbaycanê dike.

Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Duşem, 11.11.2024) li ser vexwandina fermî ya Serokê Azerbaycanê Îlham Eliyêv gehişt Bakuya paytexta Azerbaycanê, îro (Sêşem, 12.11.2024) tevlî vekirina karûbarên kongireya Neteweyên Yekgirtî ji bo g guherîna av û hewayê COP29 bû.

Di çarçoveya çalakiyên wê kongireyê de, Serokê Herêma Kurdistanê hejmareke serok û serkirdeyên welatan dîtin ku tevlî wê kongireyê bûne. Karûbarên COP29ê heta dawiya vê mehê berdewam dibin û tê de welatên pişkdar lêkolînan li ser çawaniya parastina planeta erdî ji bandorên guherîna av û hewayê û rûbirûbûna metirsiyên wê dikin.

Ji aliyekî din ve jî Serokê Herêma Kurdistanê êvara îro bi serok û serkirdeyên welatan re tevlî şîvxwarina Serokê Azerbaycanê bû, ku ji bo mêvanên COP29ê hatibû amadekirin.

Herwesa Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê spasiya Serokê Azerbaycanê kir ku ew vexewand wê kongireyê, herwesa pîrozbahiya hikûmet û gelê Azerbaycanê kir ji bo mêvandariya serkeftî û rêkûpêkiya kongireyê.