Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma serxwaşiyê ya Seyid Hesen Berzincî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beşdarî merasîma pirseya Seyîd Hesen Berzincî bû û hevxemiya xwe ji malbat û xizmên wî re nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 13ê Mijdarê beşdarî merasîma pirseya Seyîd Hesen Seyîd Mihemed Berzincî, mamê Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbat û xizmên xwedêjêrazî kir û hevxemiya xwe ji wan nîşan da û hêvî xwast ku Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bole.
Li ser navê malbatê, Wezîrê Tenduristiyê spasî û pêzanîna xwe ji bo beşdarî û hevxemiya kir Serokwezîr nîşan da.