Israîlê êrîş kir ser Dîmeşqê
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Sanayê ya nûçeyan a Sûriyeyê îro (Pêncşem, 14.11.2024) ragehand, “Israîlê êrîş kir ser devera Mezeyê ya Dîmeşqê.”
Ajansa Sanayê amaje da, “Bergiriya Asmanî ya Sûriyeyê li asmanê başûrê bajarê Himsê bersiva êrîşa Israîlê da.”
Medyayan parve kiriye ku “dengê teqînê li asmanê Dîmeşqê hat bihîstin”, bê ku zêdetir hûrgiliyan parve bike, herwesa ajansa Sanayê jî piştrast kiriye ku dengê teqînê li derdora Dîmeşqê hatiye bihîstin.
Ji aliyekî din ve çavkaniyan behs kiriye ku, Israîlê du pêgeh li deverên Meze û Qudsiyeyê kirine armanc, lê heta niha çi tiştek li ser ziraran eşkere nebûye.