The Wall Street Journal: Trump pilana yekalîkirina doza Libnanê pejirand

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Çend raportên Amerîkayî amajeyê didin ku, Serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî pilana yekalîkirina doza Libnanê pejirandiye û hêvîdar e ew pilan berî destpêkirina karê wî bê bicihanîn.

Rojnameya The Wall Street Journalê ya Amerîkayî îro (În, 15.11.2024) parve kiriye, Serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî Donald Trump pilanek ji bo yekalîkirina doza Libnanê di navbera Israîl û Hizbulahê de pejirandiye, ku herwesa hêvîdar e ew pilan berî destpêkirina karê wî, li Koçka Spî li destpêka sala bê, bê bicihanîn.

The Wall Street Journalê ron jî kiriye, ew pilan “veguhastina Hizbulahê û hêzên wê yên çekdar û çekên wê ji bo bakurê Lîtaniyê” vedigire, ku herwesa “Artêşa Libnanê û hêzên UNIFELê li dû wê pilanê dê di erkê xwe de bin, ji bo rêgirtina li vegeriyana Hizbulahê ji bo başûrê Libnanê.”

Rojnameya navbirî amaje jî daye, yekane xala serekî ku heta niha di wê pilanê de helawîstî maye ew e ku, eger artêşa Libnanê û hêzên UNIFELê şkestin, gelo Israîl dikare agirbestê li beranberî Hizbulahê rawestîne?