Ehmed Kerkûkî: Ev serjimêrî deriyek e bo cîbicîkirina madeya 140

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibêje: “Eger serjimêrî li Iraqê girîng be, li Kerkûk û navçeyên madeya 140 de giringtir e.”

Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Dr. Ehmed Kerkûkî ji K24ê re got, “Li hemû welatan serjimêrî giringî û taybetmendiyên xwe hene. Li Iraqê ku serjimêrî lê tê kirin, tê îdiakirin ku ji bo pêşketinê, aborî û civakî ye.”

Amaje bi wê jî kir: “Eger serjimêrî li Iraqê girîng be, li Kerkûk û navçeyên madeya 140 giringtir e , ji ber ku şerê nasnameyê li wan deveran heye, herwiha şerê li ser xakê û hebûna niştiman jî heye.”

Dr. Ehmed Kerkûkî got: “Tevî ku serjimêrî ji bo babeta pêşketinê ye, lê em girîng dibînin ku kesên ji Kerkûkê ne û li Hewlêr û Silêmaniyê dijîn vegerin û xwe tomar bikin.”

Got jî: “Em di destpêkê de ji serjimêriyê ditirsiyan, lê piştî civîna her du şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û gihandina kêşeyên Kurdan bo Bexdayê, niha nîgeranî hinekî kêm bûye.”

Da zanîn jî: “Di çend salên bê de, serjimêrî dê ji bo kar û dabeşkirina zevî jî were bikar anîn. Ji ber vê yekê em bang li xelkê xwe kiriye ku xwe tomar bikin.”

Dr. Ehmed Kerkûkî got: “Hemû Erebên hawerde yên li Kerkûkê ne, dê ji bo deverên xwe bên vegerandin, eger serjimêrî jî li Kerkûkê bikin, dê li ser bajarê xwe bên heimartin, ne li ser Kerkûkê. Ji bo vê serjimariyê, serjimariya 1957’an bûye bingeh.”

 
Fly Erbil Advertisment