Balyozê Polonyayê li Iraqê: Em dixwazin pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bipêş bixin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 17ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Polonyayê li Iraqê Margîn Kubiak kir.

Baregeha Barzanî belav kir, Balyozê Polonyayê li Iraqê bi boneya serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), pîrozbahî li Serok Barzanî kir. 

Herwiha Balyozê Polonyayê rola Serok Barzanî û saziyên Herêma Kurdistanê di avakirina aramî û vejîna Herêmê de bilind nirxand û got ku welatê wî giringiyê dide rola Herêmê li Iraq û navçeyê û Polonya dixwaze pêwendî û dostaniyê di warê perwerde, xwendina bilind, çandinî û di warên din de, bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe.

Serok Barzanî spasiya Balyozê Polonyayê li Iraqê kir û tekezî li ser dostanî û peywendiyên di navbera her du aliyan kir. Serok Barzanî amaje bi hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê jî kir û got ku beşdarbûna gelê Kurdistanê di helbijartinan de di keşeke aram de, serê me hemûyan bilind kir. 

Herwiha Serok Barzanî amaje bi wê jî kir, ji ber ku hilbijartin bi serketî hatin kirin, qonaxa avakirina hikûmetê û danûstandinên di navbera aliyan de jî dê bi serkeftî bi dawî bibe û got, em dixwazin li gorî encamên hilbijartinan hikûmeteke berfireh bê avakirin. 

Her di vê hevdîtinê de guftûgo derbarê serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê, hewlên ji bo parastina aramiya Iraqê û dûrxistina Iraqê ji metirsiyên paşerojê û hevkêşeyên navçeyê de, hat kirin.

 
Fly Erbil Advertisment