Lijneya Bilind a Ewlehiyê amadekariyên îdarî û ewlehî bo birêveçûna piroseya serhejmêriya giştî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji bo birêveçûna piroseya serhejmêriya giştî li ser astê Îraqê û Herêma Kurdistanê, civîna Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya girêdayî amadekariyên îdarî û ewlehî hat kirin.
Îro (Yekşem, 17.11.2024) bi serperştiya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û amadebûna parêzger û serperiştên îdareyên serbixwe û birêveberên Polîsan û Asayîşê û Trafîkê û nûnerê Wezareta Pilandananê, civîna Lijneya Bilind a Ewlehiyê ya girêdayî amadekariyên îdarî û ewlehî ji bo birêveçûna piroseya serhejmêriya giştî li ser astê Îraqê û Herêma Kurdistanê hat kirin.
Di wê civînê de behsa giringiya piroseya serhejmêriya giştî hat kirin, herwesa piştevaniya welatiyan hat kirin ku bi amadebûna li malê, bi rastî û duristî zanyarên xwe di wê piroseyê de tomar bikin, ên ku peywendî bi hevniştîmaniyên deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê re heye, ku wekî deverên madeya 140ê tên kirin.
Wê civînê herwesa piştevaniya welatiyan kir ku, yên ku dikarin cihên vemanê ji xwe re dabîn bikin, ji îro ve vegerin warên xwe ji bo ku li rojên 17 û 18 û 19ê yên vê mehê bên tomarkirin, herwesa li rojên 20 û 21ê vê mehê zanyarên wan bên piştrastkirin û li wan deveran ku warên wan û bav û kalên wan in bên tomarkirin.