Umêd Xoşnaw: Piştî serhejmêriyê helmeteke baş bo rêgirtina li madeyên hişber tê destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê daxwaz ji welatiyên sinorê madeya 140ê kir ku, berî roja serhejmêriyê vegerin warên xwe ji ber ku ew piroseyeke çarenivîssaz e. Daxwaz ji welatiyên Hewlêrê jî kir ku, li malên xwe bimînin heta serhejmêrî temam dibe. Herwesa ragehand, “Piştî piroseya serhejmêriyê, helmeteke baş ji bo nehêlan û rêgirtina li madeyên hişber tê destpêkirin, zêdebarî çend diyardeyên din ku bûne sedema bêzariya welatiyan.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Yekşem, 17.11.2024) di konferanseke rojnamevanî de rêkarên rojên qedexeya hatin û çûnê ragehandin, ku rojên 20 û 21ê yên vê mehê ne. Daxwaz jî kir ku xelkê deverên madeya 140ê vegerin deverên xwe û tevlî wê piroseyê bibin, ji ber ku ew piroseyeke çarenivîssaz e.
Umêd Xoşnaw amaje jî da ku, pêdivî ye belgenameyên fermî yên wekî nasname û regeznameyan bi welatiyên wan deveran re hebin. Ên ku kesekê wan li ser seferê be jî, bila belgenameyeke wan ji bo piroseya serhejmêriyê li cem malbatên wan hebe.
Navbirî daxwaz jî kir ku, di rojên qedexeya hatin û çûnê de li nav malên xwe bin. Herwesa got, balafirxane û derî û nanpêjî dê vekirî bin. Eşkere jî kir ku, li dû pêdivîtiyê xwaringh û rojnamevan jî dê destûrdayî bin û hêsankarî jê re tên kirin ku, wê piroseyê romal bikin. Herwesa got, karê zeviyên perindeyan dê sinordar be, hatin û çûna sikyoritiyên kompanî û dezgehan jî dê asayî be.
Parêzgerê Hewlêrê herwesa got, “Li zalgehan lidûçûn ji bo livîna navbera bajaran tê kirin, ku di wan rojan de tê sinordarkirin, tenê ji bo rewşên gelek pêdivî nebe.”
Umêd Xoşnaw di derheqa civîna Lijneya Ewlehiyê de eşkere kir, “Di wê civînê de danûstandin li ser pirsa rêgirtina li madeyên hişber hatin kirin, li gel wan rêkarên Birêveberiya Nehêlana Madeyên Hişber li Asayîşê dane ber xwe, zêdetir piştevanî jê re hatiye tekezkirin li gel tundtirîn rêkarên rêgirtina li madeyên hişber.”
Navbirî herwesa got, piştî piroseya serhejmêriyê, helmeteke baş ji bo nehêlan û rêgirtina li madeyên hişber tê destpêkirin. Ji bilî aliyên peywendîdar, Serokê Dadgeha Hewlêrê û Daxwazkerê Giştî tevlî wê civînê bûn ji bo ku berxwereke qanûnî bi zêdegavîkeran re bê kirin li ser pirsa madeyên hişber û rêkarên qanûnî yên tund li beranberî wan kesan bên bicihanîn.
Parêzgerê Hewlêrê herwesa ragehand, “Helmeteke nehêlana diyardeyên xwastin û destgêrên trafîk laytan û falvegiran û mator û erebeyên bê hejmar û wan kesên ku li ser cadeyan li ber çavên xelkî vedixwen tê destpêkirin.”