Tirkiye.. Ji bo 16 parêzgehan şiyariya Koda Zer hat dayîn

Diyarbekir (K24) - Tê peşnîyarkirin ku germahiya hewayê li herêmên başûrê rojhilatê Tirkîyeyê 2-4 pileyan kêm bibe.

Li gor pêşbînîyen herî dawiyê yên rêveberîya keş û hewayê, tê texmînkirin ku li rojhilatê Marmara, Behra Spî ya Navîn û Rojhilat, Anatoliya Navîn, Behra Reş, Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û li derdora Balikesir, Kutahya, Uşak, Afyonkarahisar û Ispartayê barana navber bibare.

Tê texmînkirin ku bi giştî bi baran û baranê, li peravên Behra Navîn û Rojhilatê Behra Spî birûskê, li deverên bilind ên hundirê Behra Reş û herêmên bakur û rojhilatê Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf bibare.

Herwiha tê texmînkirin ku li Rojhilatê Behra Spî, li başûrê Rojhilatê Anadoluyê û li derdora Adiyeman, Gazîentab, Kilîs, Diyarbekir, Êlih û Sêrtê li cih û cihan baran bibare.

Parêzgehên ku kodên zer hatine dayîn ev in: Edene, Semsûr, Çewlig, Bedlîs, Diyarbekir, Xarpet, Colemêrg, Hatay, Meletî, Mereş, Mûş, Sêrt, Dersim, Êlih, Şirnex u Osmaniye.