Planeke karmandên serjimêriyê yên Ereb li Kerkûkê aşkere dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyekî taxa Rehîmawa ya Kerkûkê bi navê Rebiwar, planeke karmendên serjimêriyê yên Ereb eşkere kir.
Rêbiwar ji K24ê re got: “karmendên serjimêriyê yên Ereb li taxên Kurdan malekê dêjmêrin, çar malan jî najimêrin. Karmendên Ereb bi hemû Kurdan najimêrin, ev jî derbeyek li Kurdan e.”
Got jî: “Ez bi rêya kanala we daxwaz ji serkirdayetiya siyasî ya Kurd dikim ku karmendên Ereb ji me re neşîne, belkû karmendên Kurd ji me re bişînin.”
Amaje bi wê jî kir, “Dema karmendên Ereb tên, dibêjin çend malbat di vî xanî de dijîn, em dibêjin sê malbat, lê ew dibêjin, wiha nabe û divê her malbatek di xaniyekî de be.”
Serjimêriya giştî ya Iraqê roja 20ê Mijdara 2024an birêve biçe. Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistnê jî pêştir diyar kiribû ku ew ne li dijî pêkanîna serjimêriya giştî ne, lê nabe ev serjimêrî ji bo ti armanceke siyasî were bikaranîn û nabe şûna ti rêkarên destûrî yên ku di madeya 140 a destûrê de hatine diyarkirin, bigire.