Sûdanî: Me baştirîn rêyên nûjen ji bo pêkanîna serjimartinê wergirtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê bal kişande ser wê yekê ku proseya serjimariya giştî, navgînek e ji bo diyarkirina biryarên girîng û bibandor û daxwaz ji welatiyan kir ku pabendî qedexeya derketina derve bibin.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 19ê Mijdarê gotarek derbarê proseya serjimêriya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de pêşkêş kir.
Serokwezîrê Iraqê bang li welatiyan kir, hevkariyê bi tîmên serjimartinê re bikin, pabendî qedexeya derketina derve bibin, agahiyên rast bidin û guh nedin gotegotên derew.
Sûdanî got: “Em dest bi serjimêriya giştî ya nifûsê dikin, ji bo temamkirina pêşîneyên bernameya hikûmetê û garantîkirina mafên welatiyan di xizmetguzariyên giştî de.”
Tekezî li ser wê yekê kir jî, “Serjimêriya nifûsê ne tenê hejmar e ku kom dibin, belkû navgînek e ji bo destnîşankirina biryarên bibandor, mîna misogerkirina dabeşkirina çavkanî û xizmetguzariyan di navbera parêzgehan de, li gorî rêgezên dadperwerane.”
Da zanîn jî: “Me baştirîn rêyên nûjen wergirtine ji bo cîbicîkirina proseya serjimêriyê bi awayekî rast, zanistî û elektronîkî, daku encam xizmeta niha û paşeroja Îraqiyan bike.”
Serjimêriya giştî ya rûniştivanên Iraq û Herêma Kurdistanê rojên 20 û 21ê Mijdarê dest pê bike û ji bo vê mebestê jî qedexeya çûnûhatinê di van her du rojan de hatiye ragihandin.