Li Mûşê berfê rêya hejmarek gundan girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Sê roj in li piraniya deverên Bakurê Kurdistanê baran dibare. Li bilindahiyên Mûşê berf bar û rêya di navbera Sêmal û Mûşê de ku 17 gundên mezin li xwe digire hatin girtin. 

Berfbarîn û mij, hatûçûna bo deverên bilind yên navbera Muks û Wanê, her wiha di navbera Colemêrg û Wanê de jî asteng dikin. 

Welatiyek dibêje: “Ev der derbasgeha di navbera Wan û Colemêrgê de ye, bilindahiya wê 2225 metre ye. Berf dibare, ajokarên otombêlan jî ji ber barîna berfê, bi hişyarî dajon.” 

Li bajarokê Şaxê yê Wanê ji ber baranê, kevirên mezin û zinar herifîn. Şivanek di bin keviran de ma û canê xwe ji dest da. Şivanek din jî birîndar bû. 

Qers ku ji sartirîn deverên Bakurê Kurdistanê tê hejmartin, ji mijê winda bû û geştên esmanî hatine rawestandin.

Li Erzîncanê jê mij û dûman hemû dever vegirtiye. Her wiha ji ber sermaya dijwar, tê çaverêkirin qeşe dirust bibe û ji ber vê welatî tên hişyarkirin. 

Li navçeya Çayelî ya Rîze Çayelî, ji ber baranê xanî herifîn. Di encamê de kesekî canê xwe jidest da û du kes jî birîndar bûn.