Li rojên qedexe, welatiyan Herêma Kurdistanê û Îraqê dikarin ji Îranê vegerin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di rojên qedexeya hatin û çûnê de, tenê rê bi welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê tê dan ku ji Îranê vegerin û rê bi çi kesekî nayê dan ku bi rêya wî derî biçe Îranê; herwesa livîna bazirganî asayî dibe.
Birêveberiya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeranê îro (Sêşem, 19.11.2024) haydariyek ji bo bazirgan, kompanî, geştyar û welatiyan li ser her du rojên qedexeya hatin û çûnê di rojên serhejmêriya giştî de li Îraq û Herêma Kurdistanê parve kir.
Di wê haydariyê de çar xal hatine ronkirin:
1. Ji bo livîna bazirganî û hawirdekirin û hinardekirina kelûpelan, derî dê berdewam û asayî be û nayê daxistin.
2. Ji bo çûna welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê û biyaniyan ji Herêma Kurdistanê bo Îranê, derî dê bê daxistin û rê nayê dan.
3. Ji bo vegeriyana welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê ji Îranê bo Herêma Kurdistanê, derî dê vekirî be û dikarin vegerin.
4. Ji bo hatina welatiyên Îranî û yên biyanî ji Îranê bo Herêma Kurdistanê, derî dê bê daxistin û rê pê nayê dan.