Peyamnêrê K24ê: Artêşa Îraqê rêyê li vegeriyana şêniyên Pelkaneyê digire

Gundê Pelkaneyê
Gundê Pelkaneyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çend welatiyan gundê Pelkaneyê li Kerkûkê ji K24ê re ragehand, “Artêşa Îraqê gefên zindanîkirinê li me dikin û nahêlin em vegerin ser mal û halên xwe.”

Peyamnêrê K24ê Hêmin Delo îro (Sêşem, 19.11.2024) got, “Hejmareke malbatan, ku şêniyên gundê Pelkaneyê ne û piştî rûdana 16ê Cotmeha 2017ê berê xwe dabû Hewlêrê, îro xwest ji bo merema piroseya serhejmêriyê vegerin gundê xwe lê ji aliyê artêşa Îraqê ve rê lê hat girtin.”

Welatiyekî şêniyê gundê Pelkaneyê ji K24ê re got, “Em nêzî 30 malbatan in û me xwest ku ji bo merema serhejmêriyê bên gundê xwe û xwe li wê derê tomar bikin, lê artêşa Îraqê rêyê li me digire ku em biçin nav xaniyên xwe û xaniyên me dagir kirine, tenê çend seetan destûrî daye me ku divê em gundî berdin.”

Welatiyekî din jî got, “Artêşa Îraqê gefên zindanîkirinê li me dike, eger em gundî bernedin, lê em li ser wê yekê rijd in ku li gundî bimînin û her divê em li vê derê xwe tomar bikin.”

Şêniyên gundê Pelkaneyê daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê dikin ku, wê arêşeyê ji wan re çare bikin û rêyê li wî karê artêşa Îraqê bigirin, ji bo ku bikarin tevlîbûneke çalak di piroseya serhejmêriyê de hebe.

Di demên borî de artêşa Îraqê gelek caran rê li cotyarên Kurd girtiye û nehêlaye li ser zeviyên xwe dirûtinê bikin, vê rûdanê jî gelek rengvedan li pey xwe anîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê berdewam bi Serokwezîrê Îraqê re ji bo çarekirina wê arêşeyê li ser xetê bûn.

 
Fly Erbil Advertisment