Tirîfe Ezîz: Heza Amerîkayîyan ji bo weberhênanê li Herêma Kurdistanê zêdetir bûye

Tirîfe Ezîz
Tirîfe Ezîz

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê amajeyê dide, “Herêma Kurdistanê xwastiye bi kompaniyên Amerîkayî re hevahengiyên xwe zêdetir bike.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Tirîfe Ezîz îro (Sêşem, 19.11.2024) ji K24ê re got, “Amerîka û xasma jî nûnerîtiya bazirganî ya wî welatî heza bihêzkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re heye, ji bo vê meremê jî şandeke kompaniyan serdana Herêma Kurdistanê kiriye.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê amaje jî da, “Wê şandê di çarçoveya serdana xwe de civînên berhemdar bi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê re li Hewlêrê kirine.”

Tirîfe Ezîz eşkere jî kir, “Heza Amerîkayîyan ji bo weberhênanê li Herêma Kurdistanê zêdetir bûye, xasma jî ku weberhênanê aliyên enerjî û xwerak û çend aliyên din jî vegirtine.”

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê amaje jî da, “Hejmareke wan kompaniyan ev ji bo dema bîst salan e li Herêma Kurdistanê kar dikin, hejmareke din jî ku di nav wê şandê de ye ji nû ve hatine Herêma Kurdistanê û dixwazin weberhênanê bikin.”

 
Fly Erbil Advertisment