Zêdetirî du milyon Îraqiyan ji serhejmêriyê tên bêparkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Heta niha zêdetirî du milyon Îraqiyan li derveyê welatî mane, lê ya ku cihê liserrawestiyanê ye ew e ku ew ji serhejmêriyê hatine bêparkirin. Vê yekê jî gelek nîşanên pirsyarê li cem çavdêran çê kirine, zêdebarî çend pirsên din ên xerîb di forma serhejmêriyê de, bi awayekî destnîşankirî jî ew pirsyarên ku behsa hejmara amûrên bikarhatî yên karebê ji aliyê malbatê ve dikin.

Çavdêr Ehmed Nacî di vî warî de ji K24ê re ragehand, “Zêdetirî du milyon Îraqiyan heta niha li derveyê welatî ne. Diviyabû ku hikûmetê cihê wê hejmara mezin jî di serhejmêriyê de kiriba, ku hilgirên nasnameya Îraqî ne.”

Ehmed Nacî herwesa got, “Em niha li salên 1970an nînin ku pirsyar li ser befirgir û tilevizyon û sarincê ji me bên kirin, hingê bidestxistina wan zor bû.”

Hindî Wezareta Pilandananê ye, şarezayên berê tekez dikin ku, hejmareke sedeman ji bo bêparkirina wan Îraqiyan heye yên ku li Derveyê welatî ne, ji wan jî xerciya darayî ya zêde ji bo wê mijarê.

Birêveberê Amarê yê berê yê Wezareta Pilandananê Semîr Xizeyr got, “Me berî niha jî ezmûn li ser wê mijarê hene ku negehiştine encaman, ew jî ji ber nebûna heza hin ji wan Îraqiyan ên ku li derve ne ji bo xwetomarkirinê, herwesa li hemî welatan jî ew yek heye ku piroseya serhejmêriyê tenê li navxwe tê kirin, ji ber ku xerciya wan kesên li derve ne gelek e.”

Ya ku di serhejmêriya giştî de giring e wergirtina feydeyî ji wan zanyaran e yên ku ji bo danana pilanên navendî û dûrmewda tên bidestxistin, ji bo derxistina Îraqê ji wî ketwarê neseqamgir ê ku heye, xasma jî yê ku girêdayî aliyê aborî ye.

 
Fly Erbil Advertisment