36 kes li Tedmurê di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di bombebarana Israîlê li ser bajarê Tedmurê ya li parêzgeha Humsê de, 36 kes hatine kuştin û ziyanên mezin derketin.
Ajansa “SANA” ya fermî ya Sûriyeyê li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, Israîlê îro 20 Mijdarê demjimêr 13:30 di êrîşeke asmanî de çend avahî li bajarê Tedmurê kirin armanc.
Da zanîn jî, di encama êrîşê de 36 kes hatine kuştin û zêdetir ji 50 kesên din birîndar bûne. Herwiha ziyanên mezin gihîştin avahiyên li deverê.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê 2 cih li taxa Cimiyê yê Tedmurê ne ku yek ji wan komgeheke çekan e û cihê sêyem jî civîneke serkirdeyên milîsên Îranî ligel serkirdeyên Tevgera Nûceba ya Îraqî û serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî bû.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, di êrîşan de 41 kes hatine kuştin, ji nava wan 17 kes welatiyên Sûriyê ne û yên din jî biyanî ne. Herwiha zêdeyî 50 birîndaran hene, 7 ji wan sivîl in.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, Îsraîlê ji destpêka îsal ve 152 caran xaka Sûriyeyê kiriye armanc, tê de 273 armanc wêran kirine, 344 leşker û çekdar kuştine û 305 jî birîndar bûne. Herwiha 62 sivlî hatine kuştin kuştin û 69 sivîl jî birîndar bûne.