Li beravên Lîbyayê belemek ku 25 koçber tê de bûn binav bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Belemek ku 25 koçberên Sûrî tê de bûn, li beravên Lîbyayê binav bû, hejmarek ji koçberan canê xwe jidest dan û çend kes jî hatin rizgarkirin.

Rêxistina “Ehrar Horan” ragehand, beleme duh danê sibê, demjimêr 3ê sibê ji beravên Trablusê bi rê ket û piştî du demjimêran av derbasî nava wê bû û binav bû. 

Rêxistinê li ser zarê çavkaniyeke taybet ragihand, koçberên di belemeyê de, hemû Sûrî bûn, piraniya wan ji gundewarê Dere’ayê ne û di nav wan de jin û zarok jî hebûn.

Diyar kir jî, piştî nêzîkî çar demjimêran, masîgiran karîn çend kesan rizgar bikin, lê yên din jî winda ne.

Ev bûyera sêyemîn e di nav çend rojan de, ku roja 16ê Mijdarê 2 kesan di encama binavbûna belemekê de canê xwe jidest dan.

Sûriyên ku dixwazin bigihin Ewropayê û mafê penaberiyê werbigirin, serî li riyên cuda yên qaçaxçî didin, ji wan jî rêya Lîbya û Cezayîrê ne ku di deryayê re hewl didin xwe bigihînin beravên Ewropayê.

Li gor amarên Rêxistina Koçê ya Navdewletî, hejmara koçberên ku ji destpêka îsal ve li dervayê Lîbyayê hatine desteserkirin, gihîştiye 8754 koçberan, herwiha 332 koçber canê xwe jidest dane û 538 koçber jî winda ne.