Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê: Divê hikûmeteke hevgirtî ya tevgir bê pêkanîn

Mesrûr Barzanî û Stephen Hitchen
Mesrûr Barzanî û Stephen Hitchen

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 22.11.2024) li bajarê Dihokê, di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) de, pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kir, “Mijara serekî ya wê civînê girêdayî amadekariyên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.”

Her di wê ragehandinê de hatiye, “Her du alî li ser pêkanîna hikûmeteke hevgirtî ya tevgir hevnerîn bûn, ku di zûtirîn dem de dest bi karê xwe bike û bê cudahî xizmeta hemî welatiyên Herêma Kurdistanê bike.”

Di pareke din a danûstandinan de, wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Tekez li ser giringiya dabînkirina mûçe û mafên darayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê hat kirin. Herwesa her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de li hev guhertin.”