Li Diyarbekirê pêşangeha wêneyên jinên hatine kuştin hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê Şaredariya Peyasê ve pêşangeha wêneyên jinên di navbera 2019-2024an de li Diyarbekirê hatine kuştin tê lidarxistin. Amadekarên pêşangehê didin zanîn ku pergal kolebûna jinan li ser civakê disepîne û di dîrokê de her dem jinên kurd hember vê pergalê tekoşîn dane.
Bi nêzîkbûna 25ê Mijdarê Roja Tekoşîna Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî xebat û çalakiyên derbarê tundiya ser jinan de zêde dibin. Di vê çarçoveyê de Gerînendehiya Jinan a Şaredariya Peyasa Diyarbekirê pêşangehek a jinên di navbera 2019-2024an de hatine kuştin lidar dixe. Amadekarên pêşangehê dibêjin tê xwestin di vê erdnîgariyê de bîr û hişê mirovan bi şer û koçberiyê were sazkirin, lê jinên kurd her dem dijî pergalê tekoşîn dane.
Amadekara Pêşangehê Ruken Dêrûnnas ji K24ê re got: “Jinên kurd hem ji ber ku kurd in û hem jî ji ber ku jin in rastî tundiyê û bindestiyê tên. Em jî dibêjin jinên kurd ber xwe didin, vê yekê qebûl nakin, dê bi saziyên xwe vê pergalê rawestînin û hêviyên xwe mezin bikin.”
Amadekarên Pêşangehê balê dikêşin ku gelek caran dema jinek dimire bo bûyerê gotina kuştina biguman tê bikaranîn, lê kuştina jinan de guman nîne û kujer jî diyar in. Dêrûnnas amaje dikin ku pergal li ser bindestiya jinan tê meşandin lê jin jî ti caran vê pergalê qebûl nakin.
Amadekara Pêşangehê Rûken Dêrûnnas got: “Dixwazin di bîra mirovan de jinan wek kole bidin qebûlkirin, Kuştina jinan ne tenê kuştina jinan e em dibêjin hember wê têgihiştinê gotinek me heye, emê rê nedin.”
Pêşangeha Jinên di navbera 2019-2024an de hatine kuştin dê heta dawiya meha mijdarê bidome, peyam ew e ku dê rê newe dayîn ku kuştina jinan di bîra mirovan de wek bûyerek ji rêzê cih bigire.