Li gundewarê Kerkûkê 2 cotkarên Kurd hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundên Pelkane û Şînaxayê yên ser bi nahiya Sergeranê ya Kerkûkê, 2 cotkarên Kurd ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin girtin.
Deştî Axa ku yek ji wan girtiyan e ji K24ê re ragihand: “Hêzeke artêşa Iraqê bi otombîleke serbazî avêtine ser mala min li Pelkanê û bi hinceta ku ez erd dajom, girtim.”
Herwiha got jî: “Niha ez ûl cotkarekî din ê bi navê Ferman li navenda polîsan a Sergeranê ne û lêkolîn li ser me tê kirin.”
Diyar kir jî: “Behaneya girtina me neheqî û neqanûnî ye. zeviyên min hemû qeydkirî ne û ne karê artêşê ye ku were rêgiriyê li me bike.”
Herwiha Deştî Axa daxwaz ji berpirsên Kurdistanê kir ku destêwerdanê bikin û dawî li zordariya li ser cotkarên kurd tên kirin bînin, bi taybetî ku niha demsala çandiniyê û karê çandiniyê debara jiyana me ye.