Bi beşdariya 7 şêwekarên Kurd pêşanegehek ji bo aştiyê li Bonnê hate vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi beşdariya 7 şêwekarên jin ên Kurd, pêşangeheke şêwekariyê ya 40 şêwekarên jin ên ji gelek welatan li bajarê Bonnê yê Almanyayê hat vekirin.
Şêwekar Cîhan Îbrahîm ji K24ê re, li bajarê Bonnê roja 24ê Mijdarê pêşangeheke şêwekariyê ya hevbeş ya taybet bi hunera jinan di bin navê “Jin û Rakirina Keviran ji bo Aştiyê” hat vekirin û 40 şêwekarên jin ên ji gelek welatan, tabloyên xwe tê de pêşan didin.
Da zanîn jî, berhemên hunerî di vê pêşangehê de li ser heft koman hatine dabeşkirin, koma şêwekarên Kurd jî ji Cîhan Îbrahîm, Zozan Mihemed, Bêgerd Saatch, Şêrîhan Beklaro, Melek Muxtar, Cîhana Saîd û Valantîna Ebdo pêk tê.
Herwiha got: “Me şêwekarên Kurd, bi rêya vê pêşangehê û bi rêya rengan me hewl da ku em hinekî ronahiyê bixin ser jinên Kurd û êşên wan ên mezin di xêzkirina hêviyê, avakirina mirovan û azadiya wan û avakirina pirên hunerî û dostaniyê bi çandên din re.”
Cîhan Îbrahîm da zanîn jî: “Di roja vekirina pêşangehê de, hejmarek berfireh ji neteweyên cuda beşdar bû û amadebûneke cihêreng ya kurdan hebû, ji bilî rêjeyeke balkêş ji Almanan û hezkiriyên vê hunerê hebû û dilxweşiya xwe jî diyar kirin.”
Amaje bi wê kir, du muzîkjenên Kurd, dudukjen Welîd Hemoto û piyanist Can Dîko di merasîma vekirina pêşangehê bûn û tê de muzîkên kurdî pêşkêş kirin.
Şêwekar Cîhan Îbrahîm diyar kir, wê bi 8 tabloyan beşdarî vê pêşangehê bûye û pêşangeh dê heta roja 8ê Adara 2025an vekirî bimîne.”