Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser du pirsan dike

Dîmenekî rûniştina borî ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê
Dîmenekî rûniştina borî ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dicive û danûstandinan li ser du teweran dike.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 27.11.2024) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive û danûstandinan li ser du teweran dike.

Tewerên rûniştina îro ya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê:

Benda yekê: Berçavkirina raportekê ji aliyê Wezîrê Pilandananê ve, li ser birêveçûna qonaxa yekê ya serhejmêriya giştî ya şêniyan, ku li rojên 20 û 21ê vê mehê li Îraq û Herêma Kurdistan hat kirin, herwesa qonax û pêngavên din ên wê piroseyê jî dikevin ber behs û danûstandinan.

Benda duyê: Pirojebiryareke pêşniyarkirî ji aliyê Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ve tê berçavkirin, li ser dana bi qist a wî pereyê ku ji zêdegavîkeran tê wergirtin, ku bi zêdegavî xaniyên akincîbûnê li sinorê şaredariyan çê kirine.

 
 
Fly Erbil Advertisment