“Hikûmet li ser hewlên xwe yên ji bo dabînkirina mûçeyên karmendên Herêmê berdewam e”

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 27.11.2024an bi serpereştiya Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di xala yekem a hevdîtinê de, Wezîrê Plandananê Dara Reşîd raportek li ser birêveçûna qonaxa forma malbatî ya serjimêriya giştî ya nifûs û niştecihan li Iraq û Herêma Kurdistanê û pêngavên din ên vê proseyê bi awayekî serkeft û pênavên din pêşkêş kir.

Wezîrê Plandananê amaje bi rêkar û pêngavên berê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo serjimêriyeke dirust bi rûniştvanan kir ku tenê bi armanca pêşketinê be û ji bo armanceke din a siyasî nayê bikaranîn û bi tu awayî nabe cihê rê û rêbazên destûrî û mekanîzmayên bingehîn bigire, bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên hatine birîn û li Herêma Kurdistanê, ku Encûmena Wezîran a Federal hemû pêşniyar û têbîniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê de bicih kirin.

Piştre Wezîrê Plandananê encamên destpêkê yên qonaxa forma malbatî ya serjimêriya giştî pêşkêş kir ku bi fermî ji aliyê wezaretê ve ji raya giştî re hat pêşkêşkirin, ku pêwîst e ji niha û pê de hejmara niştecihên Herêma Kurdistanê bibe bingeh ji bo diyarkirina mafên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal ve, ji bo hejmara nûneratiyên kurdan di saziyên destûrî yên federal de û diyarkirina bûdce û mûçeyên Herêmê li ser vê rêjeya nifûsa nû, ji bilî pişka Herêmê ji post, xerckirin û dabînkirina darayî yên projeyên veberhênan û avedankirinê û li ser asta xwecihî, divê wezaret, deste û dezgehên Herêmê ji niha ve amadehiyan bikin, ji bo proje û çalakiyên xwe ji bo mebestên geşepêdanê û piştî bi data û zanyariyên pesendkirî yên vê serjimêriyê girê bidin, ji bo biryarên zanistyane û dirust bên dayîn.

Di dawiya raporta xwe de, Wezîrê Plandananê amaje bi qonaxên din yên proseya serjimêriyê kir, ku biryar e di hefteyên pêş de bi hevkariya Wezareta Plandanan a Federalî were encamdan. Bi taybetî berawirdkirina zanyariyan (qeyd) li navçeyên Kurdistanî.

Encûmena Wezîran ji aliyekî din ve nîgeraniya xwe ji hejmarnekirina bi sed hezaran welatiyên li Şêxan, Zilkan, Kelekçî, Feyda, beşek ji navçeyên Sêmêl, Berdereş, Xebat û Mexmûrê nîşan da û daxwaz ji hikûmeta federal kir ku rêkaran sererast bike û van kesan bixe cihê wan yê rewa ku Herêma Kurdistanê ye.

Encûmena Wezîran, Sekreteriya Kabîneyê raspard ji bo amadekirina nameyekê ji Encûmena Wezîran Federal da ku pêşniyarên ku di civînê de hatine pejirandin ragihîne wê, ji bo sala darayî ya 2025, hejmara nû ya xelkê Herêma Kurdistanê bibe bingeh ji bo diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê ji hemû mafên destûrî di hikûmeta federal de.

Xala duyemîn a civînê taybet bû bi pêşkêşkirina pêşniyara Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî bû, derbarê dayîna bajekirina ew birê pereyên ku ji welatiyên ku zêdegavî li sînorê şaredariyan kirine û xanî ava kirine.

Mijareke din a civînê jî pirsa mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bû, bi taybetî bo her sê mehên Cotmeh, Mijdar û Berçileya îsal de. Tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser hewlên xwe yên ligel hikûmeta federal ji bo dabînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê berdewam e û her wek di civîna dawî ya nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Serokê Dadgeha Bilind a Federal de jî tekez li ser wê yekê hat kirin ku nabe mijara mûçeyan bi ti pirsgirêk û nakokiyên siyasî re were tevlîhevkirin û weke deverên din yên Iraqê, mûçeyên Herêma Kurdistanê jî werin dayîn.