Li Diyarbekirê Xwaringeha Gel a 3emîn hat vekirin
Diyarbekir (K24) – Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo ku xwarinên erzan pêşkêşî gelê bajêr bike, Projeya Xwaringeha Gel lidar xistibû. Şaredarîya Peyasê a navçeya Diyarbekirê jî, ji bo ku xwarinên erzan, paqij, tam û pêbawer pêşkêşî welatiyên xwe bike, sepana Xwaringeha Gel vekir. Li navçeya Peyasê di xwaringeha gel de 4 cureyên xwarinê tên dayîn. Welatî jî ji vê xizmeta şaredarîyê razîne.
Li Diyarbekirê welatî bi malbatên xwe re wek salên berê nikarin li derve xwarinê bixwin. Şaredarîya Bajarê Mezin ji bo ku xwarinên erzan pêşkêşî gelê bajêr bike, Projeya Xwaringeha Gel dimeşîne û 2 Xwaringeha Gel vekiribû. Xwaringeha Gel a Peyasê jî bu xwaringeha 3emîn. Di menûyê de 4 cureyên xwarinê hene u her roj di navbera saet 12.00-17.00an de vekirî ye.
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Diyarbekirê Dogan Hatun got: “Me wexta xwaringeha Rezanê ya 2 yemîn vekir, me soza xwe da ji bo xwaringeha 3emîn. Îro em xwaringeha 3emîn vedikin lê em soza xwaringeha 4 a û a 5 jî didin. Li benda me bin.”
Welatîyên Diyarbekirê jî ji bo vê gava şaredarîyê gelek keyfxweş in. Hevîya wan ew e ku Xwaringeha gel bandoreke erênî li ser bazara xwarinê jî bike û bibe wesîle ku bihayên xwarinan erzantir bibe.
Welati Edîp Bînbîr ji K24ê re got: “4 curên xwarine bi 70 lîreyan e, erzane. Xwarinên wan xweş e. Em ji vê xizmetê razî ne.”
Li Peyas a navçeya Dîyarbekirê, li alîyê şaredarîya Peyasê ve Xwaringeha Gel hat vekirin. Li Dîyarbekirê 4 curên xwarinê ji 350 lîreyî de dest pê dike. Lê li xwaringeha gel 4 curên xwarine tenê 70 lîre ye. Bi vî awayî ev xwaringeh li Dîyarbekirê bû xwaringeha 3emin.