Li Heleb û Idlibê 132 kes di şerê Tehîr El-Şamê û rêjîmê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Heyet Tehrîr El-Şam û komên pê re pêşveçûna xwe li gundewarê Idlibê û rojavayê Helebê didomînin û kêmtir ji 10 kîlometreyan ji bajarê Helebê û çend kîlometreyan ji bajarokên Nibil û Zehraa yên Şîenişîn mane.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Desteya Tehrîr El-Şamê duhî 27ê Mijdarê dest bi operasyona "Rêgirtina li Êrîşan" kir û 21 gund, bajarok û cihên girîng ji destê rêjîmê xistin bin kontrola xwe.

Diyar kir jî, cihên herî girîng jî, Fewca 46an û gundên Orem El-Kubra, Ancara, Orem El-Sughra, Şêx Aqîl, Bala, Acel, Awecel, El-Hota, Tel El-Dabaa, Qubtan El-Cebel li gundewarê Helebê yê rojava bû, piştî şer û pevçûnên tund ji destê hêzên rêjîmê derxistin.

Amaje bi wê jî kir, Desteya Tehrîr El-Şam û komên pê re karîbûn îro pêşveçûnan li gundewarê rojhilatê Idlibê bidest bixin, ku tê de gundên Dadix, Kefr Battîx û Şêx Elî kontirol kirin, piştî pevçûnên tund bi hêzên rêjîmê re yên ku ji asman ve ji Rûsyayê ve têne piştgirî kirin.

Li aliyekî din, firokeyên şer ên Rûsî êrîşên xwe yên asmanî tundtir kirin, ku 4 êrîş li derdora bajarokê Sermîn û 4 êrişên din jî li derdora bajarokê Mejdeliyê, her wiha gelek êrîş jî li ser derdora bajarokê El-Neyrab li gundewarê rojhilatê Idlibê pêk anîn.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, Hejmara kuştiyên di şer û pevçûnê 24 demjimêrên borî de, gihîşt 132 kesan: 65 ji Desteya Tehrîr El-Şam, 18 ji komên opozîsyonê û 49 kes jî hêzên rêjîmê, ku di nav de herî kêm 4 efserên ji pileyên cuda hebûn.