Geştên asmanî yên navbera Îraq û Libnanê tên destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê ragehand, “Ji ber asayîbûna rewşa Libnanê, heftiya bê dest bi geştên navbera Îraq û Libnanê tê kirin.

Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê Rezaq Sadawî ragehand, “Heftiya bê dest bi geştên navbera Îraq û Libnanê tê kirin.”

Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê herwesa got, “Her heftiyê heft geşt di navbera Bexda û Beyrûtê de tên kirin.”

Ev çend roj in ku ragehandina agirbestê di navbera Israîl û Hizbulaha Libnanê de rewşa Libnanê ber bi asayîbûnê ve biriye, lê heta niha jî êrîş di navbera wan her du aliyan de ranewestiyane.