MEPS24 li Perlemana Tirkiyeyê dibe mijar

Davutoglu li ser tevlîbûna xwe ya di MEPS24ê de bersiva Bahçeli dide

Ahmet Davutoglu û Devlet Bahçeli
Ahmet Davutoglu û Devlet Bahçeli

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu li ser tevlîbûna xwe ya di Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) li Dihokê de bersiva Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli dide û dibêje, “Bi awayekî rêz li min hat girtin ku qet li Tirkiyeyê ev awayê rêzgirtinê nîne.”

Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli di civîna Perlemana Tirkiyeyê de rexne li Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu girt, ji ber ku serdana Herêma Kurdistanê kiriye û li bajarê Dihokê tevlî Korbenda MEPS24ê bûye û panel jî hebûye.

Bahçeli serdana Davutoglu wekî metirsî li ser bihêztirbûn û berfirehtirbûna peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê wesifand û got, “Komara Tirkiyeyê li ser bingeha wekheviyê hatiye avakirin û heta îro jî çi kesek ji vê wekheviyê nehatiye bêparkirin û ji derveyê Tirkiyeyê jî çi cih bi navê Kurdistanê nînin.”

Serokê Partiya Paşerojê ya Tirkiyeyê di bersiva Devlet Bahçeli de got, “Kesatiyên siyasî û akademîstên zêdetirî 40 welatan tevlî Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) bûbûn. Ev jî derfetek bû ji bo dîtina Serok Barzanî û Serokkomarê Îraqê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û berpirsên din ên siyasî yên Îraq û Herêma Kurdistanê.”

Ahmet Davutoglu herwesa got, “Di vê serdanê de bi awayekî rêz li min hat girtin ku qet li Tirkiyeyê bi vî awayî rêz li çi kesekî nayê girtin, lewma jî ez li vê derê peyamekê arasteyî siyasiyên Enqereyê dikim ku di vê rewşa hestiyar de divê em berjewendiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û giring e em rû bi rû danûstandinan bikin, ji ber ku mafên pêkhateya Tirkmen li Herêma Kurdistanê bi temamî parastî ne.”

Navbirî amaje jî da ku medyakarên Herêma Kurdistanê û Îraqê pirsyara piroseya aştiyê ji wî kir, lê ji ber ku wî zanyarên hûr li ser wê piroseyê nebûn, nekarî ji nrîna xwe zêdetir tiştekî din bibêje.

Korbenda MEPS24ê li roja Îniya borî, 22.11.2024, li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê bi sponsoriya medyayî ya K24ê hat lidarxistin û ji bo dema du rojan berdewam bû.

Nêzî 124 akademîsyenan ji 40 welatên cuda cuda tevlî korbendê bûn, herwesa hejmareke panel û komxebatan li ser rewşa niha ya cîhan û Rojhilata Navîn hatin birêvebirin.