Barîna berfê bandoreke neyînî li jiyanê kiriye

Diyarbekir (K24) - Barîna berfê û hewaya sar ku li gelek bajarên Tirkiyeyê berdewam dike bandorek neyînî li jiyanê kiriye. Rêyên gelek gundan ji ber berfê hatine girtin. Şaredarîya Wanê li ser vekirina rêyên ku ji ber berfê hatine girtin xebatên xwe didomîne.

Berf li gelek bajarên Tirkiyeyê bandorê dike. Ekîbên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên ku piştî barîna berfê ya bi bandor li Wanê ketibûn tevgerê, ji bo têkoşîna li dijî berfê li navenda bajêr û gundan xebatên xwe didomînin.

Di encama wan xebatan de, rêyên taxên Sîyevan, Farîq, Ermanis, Kêçanis, Zeranis û Lîm û gundikên girêdayî wan jî hatin û çûnê re hatin vekirin.

Heta niha 158 rêyên jîwara ji hatin û çûnê re hatine vekirin. Ekîban bi giranî xebatên xwe qedandin û destnîşan kirin ku jiyan vegere rewşa asayî.

Barîna berfê bandoreke nebaş li gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike. Berfa ku berdewam dike li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tesîreke neyînî li jiyanê dike.

Pêştir Rêveberîya 15ê ya Diyarbekirê ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarîya berf û baraneke zêde da.

Li Sêwasê ji ber barîna berf û bagerê, 650 kesên li ser rêyan asê mayîn ji bo parastinê ji alîye hezên ewlehîyê ve li cihên cuda cuda hatin bicîhkirin. Navenda bajarê Şirnexê jî piştî barîna berfa ewil a demsalê spî bû.