Yehya Resûl ji K24ê re: Me hêzên leşkerî yên pêwîst şandine sînorên Iraq û Sûriyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê got Yehya Resûl got: Sînorên di navbera Iraq û Sûriyeyê de parastî ne û her grûpeke terorîstî ku hewl bide derbasî nav axa Iraqê bibe, dê bi tundtirîn awayê rûbirûyî wan bibin.
Lîwa Yehya Resûl derbarê şerê di navbera hêzên opozîsyona Sûriyeyê û artêşa Sûriyê de li her du bajaran Heleb û Idlibê, bersiva çend pirsên Kurdistan24ê da.
Lîwa Yehya Resûl got: “Em welatiyên xwe piştrast dikin ku sînorên me bi Sûriyê re bi temamî parastî ne û em bi rêya dron û kamîreyên taybet bi berdewam çavdêriya wan dikin.”
Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê got jî: “Li pişt pasewanên sînor, hêzên artêşa Iraqê hene û dê her metirsiyekê bibin.”
Da zanîn jî: “Ajansa Îstixbarata Iraqê çavdêriya her liv û tevgera terorîstan dike, eger hewl bidin xwe nêzîkî sînorên me bikin, emê bi tundtirîn awayê bersiva wan bidin û rê nadin ku derbasî nav axa me bibin.”
Lîwa Yehya Resûl amaje bi wê jî kir, Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Sebit Abbasî ji bo nirxandina rewşa ewlehiyê li sînorê Iraq û Sûriyeyê, serdana hêzên ewlehiyê yên li deveran kir.
Ev yek piştî wê tê, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û hevalbendên wê îro ketin bajarê Helebê û hejmarek mezin ji taxên wê kontrol kirin.
Artêşa Sûriyeyê jî got ku vekişîna wê ji çend eniyên li Heleb û Idlibê “demkî” ye û ew xwe ji bo êrîşeke berûvajî amade dike.