Komkara Erebî tekezî li ser rêzgirtina li yekrêziya axa Sûriyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Komkara Erebî derbarê pêşhatên êrîşa ji nişka ve ya Desteya Tehrîr El-Şamê li ser bajarê Helebê li bakurê wî welatî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Komkarê de hat gotin: Komkara Erebî bi nîgeraniyeke mezin pêşhatên li Sûriyeyê dişopîne û tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li yekîtî, serwerî û yekparçebûna axa Sûriyeyê dike.
Berdevkê Fermî yê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Cemal Ruşdî got: “ Sekreterê Giştî Ehmed Ebû Xeyt ji ber pêşhatên li pey hev ên ku çend roj in li Sûriyeyê rû didin û bandorên wan li ser sivîlan dilgiran e ku ev yek rê li ber gelek egeran vedike, di nav de tevliheviya ku komên terorîst dikarin bikar bînin, da ku çalakiyên xwe ji nû ve bidin destpêkirin.”
Ruşdî diyar kir, Sekreteriya Giştî ya Komkara Erebî pabendî helwesta xwe ya siyasî ya li ser rewşa Sûriyeyê ye, weke ku di biryarên Encûmena Komkarê de yên li ser astên wê yên cuda hatine.
Ev yek piştî wê tê, çekdarên Desteya Tehrîr El-Şam (Eniya El-Nusra ya berê) û hevalbendên wê duhî ketin bajarê Helebê û hejmarek mezin ji taxên wê û Firokxaneya Navdewletî ya Helebê kontrol kirin. Herwiha hejmarek gund û bajarokên bakurê Hemayê jî kontrol kirin.