Ednan Muftî: Rewşa navçeyê pêwîst dike YNK û PDK yekrêz bin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ednan Muftî dibêje, divê zûtirîn dem hêzên Pêşmerge bibin yek û YNK û PDK li ser rewşa niha ya Rojhilata Navîn û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê helwesteke hevbeş nîşan bidin.
Endamê berê yê Encûmena Bilind a Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ednan Muftî ji K24ê re got, divê YNK û PDK berjewendiyên welatiyan li ber çavan bigirin, nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekî û xizmeta gel bikin.
Got jî: “YNK û PDKê divê gotûbêjan li ser guhertin û aloziyên niha yên Rojhilata Navîn û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bikin û yeklewst û yekrêz bin.”
Ev yek di demekê de ye, duhî şanda danûstandinan a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo gotûbêjkirina pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, li Silêmaniyê bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiyabû.
Polîtburoya YNKê di daxuyaniyekê de ragihand, civîn di atmosfereke erênî de derbas bû. Wan qonaxa piştî helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û îmkan û amadekariyên çawaniya karkirina bi awayekî ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, gotûbêj kirin.