Şaxewan Ebdila: Min soza xwe li gel cotyarên Herêma Kurdistanê bi cih anî

Şaxewan Ebdila
Şaxewan Ebdila

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê dibêje, “Min soza xwe li gel cotyarên Herêma Kurdistanê bi cih anî.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila îro (Yekşem, 01.12.2024) parve kiriye ku, razemendiya Serokwezîrê Îraqê ji bo şandina 289 milyar dînarên mafên cotyarên Herêma Kurdistanê wergirtiye.

Şaxewan Ebdila amaje jî da, “Min razemendiya Serokwezîrê Îraqê ji bo şandina 289 milyar dînaran wekî mafên cotyarên Herêma Kurdistanê wergirt, ew jî wekî bicihanîna wê sozê ya ku me di dawî hevdîtina xwe de bi birayên cotyar li Bexdayê da, ku tevaya wî pereyê maye ji aliyê Wezareta Bazirganî ve jê re werbigirin.”