Serra Bucak: Hevşaredarên me ji hêla gelê ve hatin hilbijartin hûn neçar in rêz jê re bigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevşaredarên DEM Partiyê yên Dîyarbekir li ber şaredarîya navçeya Peyasê ya Diyarbekirê li hev civîyan. Têkildarî binçavkirina Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar li ber avahiya şaredariyê daxuyaniya çapemenîyê dan û gotin ku “Em bi hilbijartine hatine, bi danîna qayyuma naçin.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak di kombûnê de axivî û got: “Me ji wan re got bi çavê xwe bibînin ku dizî kirine, me ew vexwend, me bi awayekî vekirî bang kir û me serlêdana sûc kir li dozgeriyê. Dengê me negihîşt rayedarên edlî. Dadger ancax piştî feraseta ku di navbera her du lêvên hikûmetê de tê û dixwaze gel li dijî hev derxîne, hevşaredarên me bi dosyayên komployê digirin. Hûn dozên hevserokên me yên 9 sal berê ji sindoqê derdixin, şerma we tune.”
Serra Bucak got jî: “Hevşaredarên me ji hêla gelê me ve hatin hilbijartin. Ev îrade, ji hêla gel ve hatiye misogerkirin û hûn neçar in rêz jê re bigirin. Li dijî pêdiviya pêkvejiyanê ya gelan derbe hat kirin. Gelê me dê bersivê bide vê bêhediyê. Îradeya hilbijartî, rûmeta me ye. Tenê gelê me dikare şaredariyan ji me bistîne.”
Hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de hate binçavkirin û di 30’ê mijdarê de hatibû girtin.