Di Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekirê de nivîskarên jin ên kurd bûne rengekî ciyawaz

Diyarbekir (K24) – Di Pêşangeha Pirtûkan a li Diyarbekirê tê lidarxistin de, nivîskarên jin ên kurd rastî eleqeyeke ciyawaz tên. Nivîskarên jin ên kurd balê dikêşin ku di wêjeya kurdî de çiqasî nivîskarên jin zêde bin dê wêjeya kurdî jî ewqasî rengîn û dewlemend be.

Pêşangeha Pirtûkan a 8. ya Diyarbekirê li Navenda Pêşangeh û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamya berdewam e. Di pêşangehê de 216 weşanxane û saziyên sivîl beşdar in û her wiha ji 400î zêdetir nivîskar, helbestkar û rexnegir beşdar in ku îsal rengek ê pêşangehê jî nivîskarên jin ên kurd in ku xwînerên wan eleqeyeke baş nîşan didin. Nivîskarên jin ên kurd dibêjin di wêjeya kurdî de çiqasî nivîskarên jin zêde bin dê ewqasî wêjeya kurdî jî dewlemend be.

Nıvîskar Vera Koyî ji K24ê re got: “Teqez dema ku nivîskarên jin din ava wêjeya me de zêde bibin ev yek dê bibe wesîle ku wêjeya me jî dewlemend bibe. Ev yek dê hêzê bide wêjeya kurdî jî.”

Di pêşangeha pirtûkan a Diyarbekir de, 30 weşanxaneyên kurdî beşdar in ku nivîskarên jin ên kurd balê dikêşin ku di wêjeya kurdî de nivîskarên jin divê giringiyê bidin mijarên neteweyî her ku diçe di berhemên wan de ev yek zêdetir tê dîtin.

Nivîskar Sevda Kaplan dibêje: “Nivîskarên kurd ên jin divê giringiyê bidin mijarên neteweyî, ev yek dê sudeke mezin bide wêjeya kurdî.”

Yuksel Avşar jî dibêje: “Ez ji nivîskarên kurd ên jin dixwazim ku giraniyê bidin ser dîroka xwe bila bhesa malbata xwe bikin, bila behsa çanda xwe bikin, bila giringiyê bidin mseleya Kurdistanê.”

Di Pêşangeha Pirtûkan a Diyarbekişr de jinên nivîskar ên kurd rastî eleqeyeke baş tên û bang tê kirin ku nivîskarên kurd bila giringiyê bidin ser mijarên neteweyî.