Matthew Miller: Amerîkayî ji şerê berdewam ê Rojhilata Navîn bêzar bûne

Matthew Miller
Matthew Miller

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê red dike ku welatê wî zêdetir hêzê li Sûriyeyê belav bike û dibêje, “Ew şerê Amerîka di berhingarbûna DAIŞê de dike li beranberî Tehrîr Şamê nake.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di konferanseke rojnamevanî de bersiva şandiy K24ê li ser rewşa tevlihev a Sûriyeyê û êrîşa komên çekdar li ser artêşa rijêma Sûriyeyê û HSDê û kontirolkirina Helebê ragehand, “Amerîka pabendî şkandina DAIŞê û rêgirtina li serhildana wê rêkxistinê ye, lê zêdetir hêzê li deverê belav nake û şerê çekdarên Tehrîr Şamê nake.”

Matthew Miller herwesa got, “Bi rastî Amerîkayî ji şerê  berdewam û demdirêj ê Rojhilata Navîn bêzar bûne. Ev jî sedemeke serekî bû ji bo dubare hilbijartina Donald Trump wekî Serokê Amerîkayê. Ji bilî vê yekê jî, îdareya Biden ku di heftiyên xwe yên dawiyê de ye amade nîne serbazên Amerîkayê bikêşe nav şerekî berfireh li deverê.”

Navbirî piştrastî jî da ku, “Amerîka ji bo berhingarbûna DAIŞê pabendî wê hevpeymanîtiyê dibe ya ku ji bo Sûriye û Îraqê kiriye, ji ber ku merema wê ew e DAIŞ mezin nebe û gefeke teroristî ser hil nede.”