Dîndar Zêbarî: Me kariye 42 hezar faîlan ji belgenameyên tawanên DAIŞê dukoment bikin

Dîndar Zêbarî
Dîndar Zêbarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di konferansa Sekoyek ji bo Pêdaçûna di Bicihanîna Raspardeyên Navdewletî de amajeyê dide, “Li Herêma Kurdistanê parastina azadiyên giştî pêşkeftineke berçav tomar kiriye.” Herwesa dibêje, “Me kariye 42 hezar faîlan ji belgenameyên tawanên DAIŞê bi awayê dîjîtalî dukoment bikin.”

Nivîsîngeha Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, .3.12.2024) di salvegera 76ê ya pejirandina carnameya cîhanî ya mafên mirovan de konferansa Sekoyek ji bo Pêdaçûna di Bicihanîna Raspardeyên Navdewletî de lidar xist.

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di wê rêkxistinê de gotarek pêşkêş kir û tê de amaje da ku, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî giringî daye mafên welatiyan û azadiyên wan bi awayekî giştî. Pejirandina pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan (2021 - 2025) nîşana giringîdanê bi vê faîlê ye.”

Dîndar Zêbarî herwesa got, “Li dû pêngavên piroseya bicihanîna wê pilanê, li Gulana 2024ê raspardeyên bicihînayî ji bo 171ê bilind bûne û raspardeyên bicihneînayî ji bo 127ê kêm bûne, ew rasparde di qonaxa bicihanînê de jî bûne 102. Rêjeya bicihanîna raspardeyan jî bi vî awayî guhertin bi seer de hatine, rapsardeyên bicihînayî 42.8%, ên ku di qonaxa bicihanînê de ne 25.5%, bi vê yekê jî piroseya bicihanîna wê pilanê pêşkeftin tomar kiriye.”

Navbirî paştir behsa pêşkeftinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nehêlana gendelî û berhingarbûna bazirganîkirina bi mirovan kir û got, “Di sala 2023ê de, 140 dozên gendeliyê hatine tomarkirin û di nav wan de jî 48 doz hatine yekalîkirin û 31 jî ji bo dadgehê hatine vegerandin, hejmara giştî ya sizadayîyan li sala 2023ê li dadgehên Herêma Kurdistanê 89 sizadayî ne ji pile û postên cuda cuda, li salên 2022 û 2023ê nêzî 275 milyon dolaran xerciyên nepêdivî hatine kêmkirin bi rêya danana sîstema birêvebirina darayî ya Herêma Kurdistanê.”

Berpirsê Rêkxistinê yê Raspardeyên Navdewletî eşkere jî kir, “Ji aliyekî din ve li roja 13.03.2024ê raporta yekê ya Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê li ser bicihanîna stratejiya niştîmanîya rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê hat amadekirin û di meha Îlonê ya îsal de dest bi bicihanîna wê hat kirin.”

Dîndar Zêbarî amaje jî da, “Li ser bizavên hikûmetê ji bo nehêlana bazirganîkirina bi mirovan re li Herêma Kurdistanê, 8 nivîsîngeh û şeltereke girêdayî qurbaniyên bazirganîkirina bi mirovan hatine vekirin û di sala 2023ê de 294 doz hatine tomarkirin. Tîmên taybet serdana 196 kompaniyan kiriye, herwesa 13 kompanî dane dadgehê, bi 2500 kesên biyanî re jî çavpêkeftin hatine kirin.”

Navbirî di pareke din a gotara xwe de amaje da ku, “Bi merema nasandina tawanên DAIŞê wekî jenosîd û darizandina terorsitan bi hevahengiya tîma Neteweyên Yekgirtî ya Lidûçûna Tawanên DAIŞê (UNITAD), me kariye zêdetirî 42 hezar faîlan, ku dibin 408.540 rûpel, ji belgenameyên tawanên DAIŞê bi awayê dîjîal dukoment bikin. Ji aliyekî din ve hikûmet li ser rizgarkirina revandiyan berdewam bûye, heta niha ji 6.417 revandiyan me kariye zêdetirî 3.579 kesan rizgar bikin. Tevî wê yekê jî, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyên darayî li ser zêdeitrî 3.500 rizgarkiriyên destê DAIŞê tên parvekirin û ew pirose berdewam e jî.”