Putin bo Erdogan: Divê êrîşa komên çekdar li ser dewleta Sûriyeyê yekser bê rawestandin

Putin û Erdogan
Putin û Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tirkiyeyê di peywendiyeke tilefonî de bi Serokê Rûsyayê re diaxive û pêdivî dibîne ku, welatiyên sivîl ji alozî û hevrikiyên çekdarî yên Sûriyeyê parastî bin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Sêşem, .3.12.2024) di peywendiyeke tilefonî de bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re tekez li yekparçeyî û serweriya axa Sûriyê kir.

Erdogan herwesa pêdivî dît ku, welatiyên sivîl ji alozî û hevrikiyên çekdarî yên Sûriyeyê parastî bin. Eger ne, Sûriye dê bibe çavkaniyeke nearamî û neseqamgiriyeke gelek ji wê mezintir.

Navbirî di wê peywendiya tilefonî de got, “Tirkiye bizavê ji bo çareseriya diplomasî û siyasî ya Sûriyeyê dike û armanca wê ew e ku yekparçeyîya axa wî welatî parastî be.”

Koçka Serokatiya Rûsyayê Kremlin jî ji aliyê xwe ve di ragehandinekê de amaje da ku Putin ji Erdogan re gotiye, “Divê êrîşa komên çekdar li ser dewleta Sûriyeyê yekser bê rawestandin û piştevaniya desthilata rewa ya Sûriyeyê bê kirin, ji bo vegerandina seqamgiriyê û sepandina destûrî li ser tevaya axa wî welatî.”