Prof. Dr. Cenap Ekîncî ji ber parvekirinek xwe ya li “X” hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Profesorê Bijişk Cenap Ekîncî ji ber parvekirinek xwe ya li tora civakî “X” de pêşî bo wergirtina îfadeyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat vexwendin û paşê jî piştî ku îfadeya Cenap Ekîncî hat standin biryara girtina wî hat dayîn.

Profesorê Bijişk ê Zankoya Dîcleyê Cenap Ekîncî ji ber parvekirinek xwe ya hesabê “X” hat girtin. Hat ragihandin ku Cenap Ekîncî ji hesabê xwe yê “X” parvekirinek derbarê şervanek a Hêzên Sûriyeya Demokratîk de bangeşeya rêxistina neyasayî kiriye.

Li ser vê yekê jî hêzên ewlekariyê bang li Cenap Ekîncî kirine ku îfadeya wî were standin, piştî wergirtina îfadeyê Cenap Ekîncî hat binçavkirin û bo dadgehê hat şandin.

Ji aliyê dozger ve jî îfadeya Profesor Cenap Ekîncî hat wergirtin û paşê jî dozger ji ber bangeşeya rêxistina neyasayî biryara girtina Cenap Ekîncî da.

Profesorê Bijişk Cenap Ekîncî li Zankoya Dîcleyê waneyên bijişkî dide û her wiha ji Partiya DEVA jî bûbû namzetê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir, demekê jî îdda kiribû ku di serdema pandemiyê de nexweş li Diyarbekirê wek kobay hatine bikaranîn.