Sûdanî daxwaza hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî sedemên sererastkirina yasaya bûdceya giştî eşkere kirin û daxwaz ji parlamenteran kir ku dengê xwe bidin sererastkirina madeya taybet bi petrola Herêma Kurdistanê.
Sûdanî îro 4ê berçile beşdarî civîna Parlamentoya Iraqê bû û li ser du babetan axivî. Yek taybet bi kirîza Sûriyê bû, ku parlamentoyê ev beşa civînê veşartî hîşt. Mijara duyem jî li ser sererastkirina yasaya bûdceyê û guhertinên hikûmetê bû.
Sûdanî sedemên sererastkirina yasaya bûdceya federalî pêşkêş kirin û bang li endamên parlamentoya Iraqê kir ku deng bidin sererastkirina bendên girêdayî petrola Herêma Kurdistanê û got: “Her çendî hinardekirina petrola Kurdistanê were paşxistin, em ê zêdetir zirarê bibînin.”
Sûdanî diyar kir: “Lihevkirinek bi 16 dolaran bo lêçûna her bermîlekê hatiye kirin.”
Her wiha got: “Pêwîstî Herêma Kurdistanê her meh bi 950 milyar dînar heye, lê tenê 763 milyar dînar ji bo şandinê heye.”
Serokwezîrê Iraqê got jî: “Pirsgirêkên dahatên neneftî, xalên sînorî û gumrikên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, berdewam in û nehatine çareserkirin.”
Sûdanî got: “Mûçe ne mijareke siyasî ye û hêvîdar im bi sererastkirina yasaya bûdceyê û hinardekirina petrolê re, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bibin.”