Esed jî di nav de.. Washington sedemên pêşveçûna HTŞ li Sûriyeyê eşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken got: “Redkirina Serokê Sûriyê Beşar Esed ya ketina di proseyeke siyasî de, deriyê vê êrîşê û destkeftiyên Heyet Tehrîr El-Şamê li ser edê vekir.” erd."
Blinken îro 4ê Berçile piştî bidawîhatina civînên wezîrên derve yên NATOyê li Brukselê ji rojnamevanan re got: “Tiştê li Sûriyê rû daye, bi êrîşa Heyet Tehrîr El-Şam re, vê rastiyê nîşan dide ku piştgirên sereke yên rejîma Sûriyê, çi Rûsya, çi Hizbullah, yan Îran bi awayên curbecur mijûlî pirsgirêkên ku ew bi xwe çêdikin, dibin. Xuya ye Heyet Tehrîr El Şamê jî sûd ji vê rewşê wergirtiye.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir, ya herî giring di dema niha de “kêmkirina aloziyan û misogerkirina parastina sivîlan li seranserî Sûriyeyê ye”.
Herwiha got jî: “Belkî ya herî girîng jî, pêşdebirina piroseya siyasî li ser bingeha biryara Encûmena Asayişê ya Netewên Yekgirtî ye, bi mebesta çareserkirin û bidawîkirina şerê navxweyî li Sûriyeyê.”
Blinken tekez kir, “berjewendiyên daîmî û berjewendiyên ewlekarî yên welatê wî bi berdewam li Sûriyeyê hene, bi taybetî misogerkirina wê yekê ku DAIŞ careke din venegere û hêza xwe venegerîne.”
Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi wê jî kir, hevkarên Washingtonê hene kar dikin ji bo ku xîlafetek tundrew û cîhadî careke din dernekeve.
Blinken got: “Gelek çekdarên biyanî yên terorîst li Sûriyeyê hene û malbatên wan jî li kampan dimînin. Me gelek kar kir ku van kesan vegerînin welatên wan, lê hîna bi hezaran ji wan mane û bê guman em naxwazin ku ew dîsa xuya bibin.”