Ecûmena Leşkerî: Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdaran gundên Minbicê topbaran dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ecûmena Leşkerî ya Minbicê da zanîn, artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, 4 gundên derdora Minbicê topbaran kirin.
Ecûmena Leşkerî ya Minbicê belav kir, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar îro 5ê Berçile bi top û çekên giran gundên El-Cerad, Um Cilûd, Seyada û Dendeniyê yên bakurê rojavayê Minbicê topbaran kirin û ziyanên madî gihîştine sivîlan.
Da zanîn jî, ev êrîş piştî wê tê, hêzên Ecûmena Leşkerî ya Minbicê êrîşek grûpên çekdar ku dixwestin derbasî gundê Muhsinlî bibin, şikand û di navbera wan de şerekî giran derket.
Piştî êrîşa çekdarên Heyet Tehrîr El-Şamê û çekdarên din ên ser bi Tirkiyeyê li ser Helebê, Til Rifet û gundên bakurê Helebê, bi dehhezaran koçberên Efrînê careke din koçber bûne, di demekê ku metirsiya berfirehbûna şer jî heye, bi taybet li ser Minbicê.
Bajarê Minbic ku li rojavayê çemê Firatê di bin kontrola Encûmena Leşkerî ya Minbic ya ser bi HSDê ve ye, her car jî ji aliyê grûpên çekdar ve rastî êrîşan tê.