Pêleke berfbarînê çendîn deverên Bakurê Kurdistanê vegirtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî çend rojan, cereke din pêleke berfbarînê çendîn deverên Bakurê Kurdistanê vegirtiye. Li navendên bajarên Sêwas û Tokat û Erzîncanê berf dibare. Li aliyê din, berfbarîn li deverên Çewlîg, Dêrsim û Xarpêtê bûye sedemê ketina hêlên elektrîkê. Li deverên bilind yên Colemêrgê bilindahiya berfê du metreyan derbas kiriye û rêyên gundên deverên bilind bi zehmetî tên vekirin. 

Piştî navbereke kurt, careke din pêleke berfbarînê çendîn deverên bakurê Kurdistanê vegirtiye. Berfbarîn bi awayeke dijwar li bajarên Sêwas, Erzîncan, Dêrsim didome. 

Berfbarîn û bayê bihêz ku ziyan daye hêlên elektrîkê, li gundewarên Xarpêt û Çewlîgê tengezarî dirust dike. Tîmên elektrîkê yên bajêr, bo çêkirin û gihandina elektrîkê li ser kar in. 

Karkerê Elektrîkê: “Werzê zivistanê rûyê xwe yê dijwar nîşan daye. Di vê demê de em hewl didin jiyana welatiyan hêsantir bikin. Em li Xarpêt, Çewlîg, Dêrsim û Meletî, xizmetguzarî digihînin zêdetirî yek milyon welatî û damûdezgehên hikûmî.” 

Li bilindahiyên navçeyên Gever û Şemzînan yên Colemêrgê, bilindahiya berfê du metreyan derbas dike. Makîneyên kar û paqijkirina berfê bi armanca vekirina rêyên deverên bilind li ser kar in. 

Li deverên ku bilindahiya wan digihe sê hezar metreyan, vekirina rêyan astengî dirust dike.