Pentagon: Em bi HSDê re ji bo nehêlana DAIŞê berdewam dibin

Pentagon
Pentagon

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) radigehîne ku, hêzên wan piştevaniya HSDê ji bo êrîşkirina li ser artêşa Sûriyeyê li rojhilatê Firatî nekiriye. Herwesa dibêje, “Em bi HSDê re li ser karê hevpar ji bo nehêlana DAIŞê berdewam dibin.”

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) duhî (Pêncşem, 05.12.2024) parve kiriye ku, hêzên wan piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ji bo êrîşkirina li ser artêşa Sûriyeyê li rojhilatê Firatî nekiriye.

Pentagon herwesa got, “Em bi HSDê re li ser karê hevpar ji bo nehêlana DAIŞê berdewam dibin, ji ber ku hêzên Amerîkayê di çarçoveya Hevpeymaniya Berhingarbûna DAIŞê li Sûriyeyê de binecih bûne.”

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê amaje jî da ku, haydarî bandorên neseqamgir ên rûdanên bakurê rojhilatê Sûriyeyê ne û daxwaza kêmkirina pêşveçûnan dikin.

Her wê çavkaniyê ragehand jî ku, wan çi peywendiyek bi şer û aloziyên vê dawiyê yên Sûriyeyê re nîne û çi çalakî di wî warî de nabin. Amaje jî da ku, wan çi pilan ji bo peywendîkirina bi çekdarên Tehrîr Şamê re nînin ji ber ku ew di lîsta komên teroristî de hatine tomarkirin.

 
Fly Erbil Advertisment