Lavrov: Hêzên biyanî piştevaniya komên çekdar ên Sûriyeyê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Amajeyê dide, “Hêzên biyanî piştevaniya komên çekdar ên opozisyonên Sûriyeyê dikin.” Herwesa dibêje, “Berjewendiya Israîlê jî di vê rewşa Sûriyeyê de heye.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro (În, 06.12.2024) di çavpêkeftinekê de bi Tacker Carlson ê nêzî Serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî Donald Trump re amaje da ku, zanyar gehiştine welatê wî ku welatên biyanî piştevaniya komên çekdar ên Sûriyeyê dikin. Herwesa got, “Rewşa Sûriyeyê ji ber desttêwerdanên derve gelek aloz e.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje jî da, “Amerîka piştevaniya Kurdên Sûriyeyê dike û bi rêya firotina petrol û danî piştevaniya hin ji Kurdên cudaxwaz dike ku ji Sûriyeyê cuda bibin.”
Sergey Lavrov ron jî kir, “Mimkin e Israîlê dest di rûdanên doza Sûriyeyê de hebe xasma jî ku berjwendiya wê di wê yekê de ye, ji bo dûsrxistina çavan ji ser Xezzeyê rewşa deverê aloztir bike.”
Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwesa got, “Berjewendî di wê yekê de ye ku piştevanî û alîkariya Sûriyeyîyan ji bo aştbûnê bê kirin û rê li bizavên cudaxwaziyê bê girtin.”