Rewangeha Sûriyeyî: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Reqeyê vekêşa
Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên artêşa Sûriyeyê li çend cihên gundên Reqeyê xwe vekêşaye, ev jî di demekê de ye ku tirsa wê yekê heye DAIŞ wan valahiyan bi kar bîne.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan îro (În, 06.12.2024) parve kir ku, hêzên artêşa Sûriyeyê li çend cihên gundên Reqeyê xwe vekêşaye. Ev jî di demekê de ye ku, tirsa wê yekê heye DAIŞ wan valahiyan bi kar bîne.
Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan amaje jî da, “Vê xwevekêşanê îmkana êrîşên DAIŞê bo ser deverên derdora Reqeyê zêde kiriye.”
Çavkaniya navbirî tekez jî kir, “Hêzên artêşa Sûriyeyê ji nişkê ve cihên xwe berdan, vê yekê jî wesa kiriye ku Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) li wê deverê belav bibin, ji ber ku ev ji bo dema çend heftiyan e şaneyên DAIŞê li wan deveran çalakî hene.”
Li van dawiyan hejmareke êrîşan li ser xalên serbazî û ewlehiyê yên artêşa Sûriyeyê li gundên Reqeyê hat kirin, vê yekê jî nîgeranî li cem şêniyên wê deverê peyda kir.
Gundên Reqeyê ji wan deveran tê hesibandin ên ku giringiyeke stratejîk heye, ji ber ku pêgehên çend aliyên nav hevrikiyên Sûriyeyê li wê derê hene.