Festîvala Henaran li Hewlêrê tê vekirin û sê rojan berdewam dibe
Navenda Nûçeyan (K24) - Îro Festîvala Henaran li beranberî Parka Şanederê li Hewlêrê tê vekirin û ji bo dema sê rojan berdewam dibe, ku gelek berhemên navxweyî û kurdewarî tê de tên berçavkirin.
Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (În, 06.12.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Festîvala Henaran li Hewlêrê tê vekirin, ku cotyarên Herêma Kurdistanê bi berhemên xwe tevlî wê bûne.”
Umêd Xoşnaw herwesa got, “Gelek cûnên xwarin û berhemên kurdewarî û hingiv di wê festîvalê de tên berçavkirin.” Herwesa got, “Ev festîval ji bo dema sê rojan berdewam dibe.”
Navbirî amaje jî da, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê herdem bi awayekî wekhev rê ji bo cotyaran xweş kiriye. Herwesa ji bo zêdekirina berhemên navxweyî jî, ji bo pirkirina pêdivîtiyên navxweyî, piştevaniya wan kiriye.”
Parêzgerê Hewlêrê amaje jî da, “Her sal festîvala berhemên navxweyî li sinorê Hewlêrê tê vekirin, festîvala îsal jî navê wê henar e lê berhemên din ên navxweyî û hingivîn jî tê de tên berçavkirin.”