SOHR: Der’a û Siweydayê ji bin kontrola rêjîma Esed derketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Her du bajarên li başûrê Sûriyeyê, Der’a û Siweydayê ji destê rêjîma Esed derketin û grûpên xwecihî dest danîn ser piraniya cih û navendên wan bajaran.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, grûpên xwecihî gelek dever li parêzgeha Der’ayê kontrol kirin, di nav de Der’a El-Belad û Izraa û hêzên rêjîmê tenê li bajarokê Senemên û hin gundên derdorê wê ye mane. Bi vê yekê re jî, grûpên xwecihî bêtirî %90 ji parêzgeha Der’ayê kontrol kirin.
Da zanîn jî, grûpên xwecihî bang li hêzên rêjîmê û dezgehên ewlekariyê yên li parêzgeha Der’ayê kirin ku ji rêjîmê veqetin. Hevdem jî wan grûpan bi demjimêrên sibê re, pêşketinên meydanî yên berçav li ser erdê bidest xistin.
Li bajarê Siweydayê jî, çekdarên xwecihî êrîşî cih û navendên hêzên rêjîmê yên li nava bajêrê û derdora wê kirin û dest danîn ser baregeha Partiya Beis, Zîndana Navendî û Fermandariya Polîsê, vê yekê hîşt ku Parêzgar jî ji bajêr derkeve.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, gelek navendên leşkerî yên li gundên derdora Siweydayê ji aliyê çekdaran ve hatine kontrolkirin. Di heman demê de jî, danûstandinan bi hin serkirdeyên şaxên ewlekarî re dikin, ji bo ku ji bajêr derkevin.
Der’a û Siweyda, du parêzgehên li başûrê Sûriyeyê ne. Der’a wek landika destpêkirina şoreşa Sûriyeyê di 2011an de tê naskirin. Siweyda jî, piraniya niştecihên wê ji pêkhateya durizî ne.