Tirkiye ji Amerîkayê re: Divê tedbîr li dijî çekên kîmawî yên rêjîma Esed bên standin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ji hevtayê xwe yê Amerîkî re got: “Divê tedbîrên taybet li dijî çekên kîmawî yên di destê rêjîma Esed de ne, bên standin.”
Jêderên ji Wezareta Derve ya Tirkiyeyê gotin, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi hevtayê xwe yê Amerîkî Anthony Blinken re, bi pêwendiyeke têlefonê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê gotûbêj kiriye.
Heman jêderan diyar kirin: “Pêwîste rê neyê dayîn ku rêxistinên terorîst sûdê ji kirîza Sûriyeyê wergirin.”
Herwiha got: "Di vê qonaxê de, divê rêjîm rastiyan bibîne û li gorî wê tevbigere, danûstandinê bi opozisyonê re bike û pêvajoya siyasî bide destpêkirin û hemû aktrorên li herêmê jî di vî warî da roleke erênî bilîzin.”
Fîdan ji Blinken re got: “Girîng e ku tedbîrên taybet li dijî çekên kîmyayî yên di destê rêjîma Esed de ne, werin girtin, ji ber ku ew ji bo tevahiya herêmê metirsî ne.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê amaje bi wê jî kir, girîng e ku alîkariyên mirovî derbasî Sûriyeyê bibin û diyar kir, Tirkiye di vê mijarê dê piştgiriyê dide.