Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bijartina waneya kurdî zêde dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê dide zanîn, li gorî sala borî xwendekarên ku waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijartine zêde bûye. Zimanzan û saziyên sivîl di wê baweriyê de ne ku hişmendiya zimanê kurdî nava xwendekarên kurd de her ku diçe zêde dibe û bang tê kirin ku bo bi milyonan zarokên kurd êdî çareserî ew e ku perwerdehî bi zimanê zikmakî were dayîn.
Wezîrê Perwerdehiya Tirkiyeyê Yusuf Tekîn li ser pirsa Parlementera Dem Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz da zanîn ku li gorî serdema 2023-2024ê di serdema 2024-2025ê ya perwerdehiyê de hijmara xwendekarên ku waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijartine zêde bûye. Hijmara ku 23 hezar bû di serdema nu de bûye 35 hezar. Mamoste didin zanîn ku di nava civakê de hişmendiya xwedîlêderketina zimanê kurdî zêde bûye û ev jî encamek wê ye.
Mamosteyê Zimanê Kurdî Adnan Firat Bayar ji K24ê re got: “Rasterast em dikarin bêjin ku hişyarbunek nava civakê de bo zimanê kurdî derketiye holê, bi taybetî bi xebatên saziyên sivîl ên civakî ev yek zêdetir belav bu û hişmendiyek neteweyî derket holê.”
Li gorî daneyên wezareta perwerdehiyê 31 hezar û 199 xwendekaran kurmancî, 3 hezar û 805 xwendekaran jî waneya bijare ya zaraveyê zazakî hilbijartine. Saziyên parastina zimanê kurdî dikin jî dibêjin rola saziyên sivîl jî di zêdebûnê de girîng e û saziyên sivîl amaje dikin çareseriya herî baş û bibandor ew e ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî bikeve meriyetê û kurdî bibe xwedî statu
Berdevkê DILKURDê Saît Ozturk dibêje: “Ji ber ku guvaş li ser hebûn, tedar lê dihat kirin zimanê kurdî jî bêhtir rastî xwedîlêderketinê hat, bi taybetî bi rêya medyaya civakî jî xwedîlêderketinek çêbu, hişmendya neteweyî jî zêde bû.”
Hijmara xwendekarên ku waneya bijare ya zimanê kurdî hildibjêrin her ku diçe zêde dibe û bi vê yekê ve girêdayî jî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê dide zanîn ku dê meha adarê de 10 mamosteyên nû yên zimanê kurdî werin peywirdarkirin.